Îşev hêza nû digihê Kobanê..Sibe hêza li wir vedgere

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Lîwa Ebdulqehar Mecîd ragihand ku, îşev karwanek nû ji Hêzên Pêşmerge gihîşt Bakurê Kurdistanê û dive ku her îşev ew hêz bigihê nav Kobanê û sibe jî ew hêza li wir vegere Başûrê Kurdistanê.
Li gorî agahiyên KDP.info, îro hêzeke nû ji Pêşmerge gihîşt nav axa Tirkiyê û biryar e ku îşev bighên nav Kobanê, heta ku cihê wan Pêşmergeyên li wir bigirin.
Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Lîwa Ebdulqehar Mecîd ew agahî ji KDP.info re piştrast kir û ragihand: “Îşev karwanekî nû ji Hêzên Pêşmerge gihîşt balafirgeha Urfa ya Bakurê Kurdistanê û dibe ku her îşev bighên Kobanê û sibe hêza me jî dê vegere Başûrê Kurdistanê.”
Ew hêza ku bi fermana Serok Barzanî çûne Kobanê û ev mehek li wir şerê terorîstên DAIŞê dikin, gellek alîkarî pêşkêşî şervanên li wir kirine û çûa wan pir bi bandor bû.
Lîwa Ebdulqehar Mecîd dibêje, “Heta niha berxwedana Hêzên Pêşmerge berdewam dike, ku şevê din terorîstên DAIŞê êriş kirin lê hêzên kurdî bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan şikandin û karîn pêşve jî biçin û çend cihan bixin destê xwe de.”
Mecîd da zanîn ku, “Di wî şerî de Emîrekî DAIŞê bi navê Esedula Şîşanî û 5 çekdarên din hatin girtin ku xelkê welatê Ozbakistan bûn.”




