Ismet Receb: Pêşmerge jî di rizgarkirina Mûsilê de beşdar dibe

Mûsil-KDP.info- Çekdarên nav Mûsilê li çend navçeyekê êriş kirin ser terorîstên DAIŞê û zerer û ziyanên mezin gehandin wan. Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Ismet Receb jî dibêje niha plan û amadekarî tên kirin bo rizgarkirina Mûsilê û Hêzên Pêşmerge jî di wê piroseyê de beşdar dibin.
Ismet Receb Berpirsê liqa 14 PDKê li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Vê sibehê çekdarên nav bajarê Mûsilê dest bi êrişekê li dijî çekdarên DAIŞê kirin û çend seatan ew şer berdewam kir û di encamê de zerer û ziyanên mezin gehandin DAIŞê.”
Receb da zanîn ku, ‘Niha plan û amadekarî tên kirin bo rizgarkirina Mûsilê. Pêwîst ehevahengî ligel aliyên nava Mûsilê bê kirin. Di qonaxa yekê de pêwîst e xelk jî alîkariya hêzên rizgarker bikin. Di qonaxa duyem jî de hêzeke mezin pêwîst e ji ber ku Mûsil bajarekî mezin e.”
Ismet Receb ragihand ku, “Hêzên Pêşmerge jî di wê piroseyê de beşdar dibin, lê li wir namînin.”




