26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê pişkên şîrketan zêde bûn

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Piştî ku Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser petrolê li hev kirin, pişkên şîrketên biyanî yên petrolê yên ku li Başûrê Kurdistanê petrolê derdixin, zêde bûn.

Hewlêr û Bexda li hev kirin û Herêma Kurdistanê dê rojane 550 hezar bermîl petrola xwe di bin çavdêriya Bexdayê de hinarde bike, li hember wê yekê Bexda jî dê %17ê pişka Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê bide û tirîlyonek û 200 milyar dînar jî bide Hêzên Pêşmerge.

Li gorî nûçeya Reutersê, pişkên şîrketên petrolê yên ku li Başûrê Kurdistanê petrolê derdixin, piştî ragihandina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê bi qasî %7 heta %15 zêde bûn.

Li gorî nûçeyê, pişkên şîrketa Genel Energy %7 zêde bûn, pişkên Golf KystonE %8, pişkên DNO %10, pişkên AfrEn %15 zêdebûn, her wiha hat gotin ku sûdên wan şîrketan jî di bazarên cîhanê de zêde bûne.

Îro (2ê Kanûnê) encama hevdîtinên sê roje yên navbera Hewlêr û Bexdayê hat eşkerekirin. Li gorî wê encamê, Iraq û Herêma Kurdistanê li ser bûdce û petrolê gihîştine lihevhatineke seretayî.

Nûçeyên têkildar