26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

UN pêşwazî li rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, pêşwazî li rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê kir. Herwiha da zanîn ku ew rêkeftin di encama gotûbêjên çir û dijwar de, di navbera Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, gihîşt encamê û karîn lihevbikin. Di dema ku Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî ew kar bi destê wî nehat.

Malpera UPI belav kiriye ku, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Nîkola Mîladînov, derbarê rêkeftina di navbera herdu aliyan de, pêşwazî li wê rêkeftinê kir.

Mîladînov ragihand ku, Hêvîdarim ku ew rêkeftin di demeke nêzîk de bê cîhbicîhkirin. Herwiha xerckirina beşê Herêma Kurdistanê ji budceyê giştî yê Iraqê.

Li gorî wê malperê, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê dibêje, ew rêkeftina han di di encama gotûbêjên çir û dijwar de, di navbera Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, gihîşt encamê û karîn lihevbikin. Di dema ku Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî Malikî ew kar bi destê wî nehat.

Nîkola Mîladînov danûstandin û gotûbêjên rasterast bi girîng da zanîn da ku hemû alî bi wê yekê lihev bikin bo berjewendiya hemû iraqê de.
 

Nûçeyên têkildar