Beşek ji pereyên hêzên Iraqê ji Hêzên Pêşmerge re be

Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîran a Iraqê rêkeftina Bexda û Herêma Kurdistanê pesend kir. Rêkeftin li ser wê yekê jî hatiye kirin ku beşek ji pereyên hêzên bejayî yên Iraqê ji Hêzên Pêşmerge re be.
Bexda û Kurdistanê îro li hev kirin ku, Bexda %17 ji butceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re bişîne û ji aliyê xwe ve jî Herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl petrol ji bîrên Herêma Kurdistanê û 300 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê jî bide Bexdayê.
Encumena Wezîran di rûniştina xwe ya îro de, rêkeftina ku îro di navbera herdu aliyan de hatkirin, pejirand.
Di daxuyaniya Encumena Wezîran a Iraqê de hatiye ku, “Rêkeftin li ser wê yekê jî hatiye kirin ku beşek ji pereyên hêzên bejayî yên Iraqê ji Hêzên Pêşmerge re be.”
Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa nav civînan wiha got: “Ew civîn baş bûn û niyetekî baş ji bo çareseriya arîşeyan li ba herdu aliyan hebû.”
Nêçîrban Barzanî da zanîn ku, “Her di civînê de hatiye ku Hikûmeta Iraqê trilyonek û 200 milyar dînar ji Hêzên Pêşmerge re bişîne.




