26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tê çaverêkirin ku Hewlêr û Bexda sibe li hev bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê bi heman rewşa erênî û bi geşbînî dawî bi rûniştina xwe ya sêyemîn anîn û tê çaverêkirin ku sube bighên encamece dawî û herdu aliyan geşbîniya xwe bi gihîştin bi rêkeftinekê bo çareserkirina hemû arîşeyan dûpat kirin.

Êvariya îro roja duşemiyê li Bexdayê, şandeya balaya herêma Kurdistanê a bi seroaktiya Nêçîrvan Barzanê serokwezîrê herêma Kurdistanê digel hikûmeta federasliya Îraqê  bi seroaktiya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê sêyemîn civîn saz kir.

Ev civîn berdewamiya her du civînên sibehê û piştî nîvroya îro bû ku di atmosferekî erênî û geşbînî de bi rêve çûn û di wan civînan de bi awayekî vekirî û zelal pirsgirêk û dîtinên her du aliyan li ser çewaniya çareserkirina wan pirsgirêkan hatin ber çav kirin.

Civîna sêyemîn jî bi awayekî geşbînî bi dawî hat û tê çaverêkirin ku, sibê roja sêşemiyê civînek din bê saz kirin û bigehin encamên dawiyê û her du aliyan geşbîniya xwe ji bo gihiştin bi rêkeftin û çareserkirina pirsgirêkan tekîd kir.

Di civînê de Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, Roj Nurî Şaweys cîgirê serokwezîrê Iraqê, wezîrê êkonomî, wezîrê samanên xwezayî, wezîrê pilandananê amade bûn û ji aliyê Îraqê jî ve wezîrê neftê, wezîrê pilandananê, wezîrê xandina bala amade bûn.
 

Nûçeyên têkildar