25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge li Kobanê: Heta niha ti dem nehatiye diyarkirin bo hatina hêza nû û ti hêz birê jî neketiye

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Lîwa Ebdulqehar Mecîd Hacî red kir ku, îro Hêzên Pêşmerge ji bo ku cihê wan bigirin ketibin ser rê. Herwiha tekez kir ku heta niha dema çûna wan nehatiye diyarkirin û ew bi xwe li ser erkê xwe berdewam in.

Îro hat ragihandin ku, qaşo Hêzeke din ji Pêşmerge ketin ser riya Kobanê, ew jî bi mebesta cihgirtina wê hêza ku niha li wir dimînin. Lê Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Lîwa Ebdulqehar Mecîd Hacî ji KDP.info re ragihand: “Heta niha ti dem nehatiye diyarkirin bo hatina hêza nû û ti hêz birê jî neketiye, ji ber ku eger hêza me bê guhertin emê bên agahdarkirin. Heta niha em li ser erkê xwe berdewam in.”

Hêzên Pêşmerge li Kobanî li ser berxwedana xwe berdewam in û li gorî agahiyên wî fermandarî, “Îro jî terorîstên DAIŞê êriş kirin ser wan, lê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan tê birin, ku Pêşmerge heta êvarî çeperên DAIŞê didan ber topan û ziyanekî mezin gihandin wan terorîstan.”

Derbarê operasyonên balafirên hevpeymaniya navdewletî li Kobanê, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Lîwa Ebdulqehar Mecîd Hacî wiha got: “Falafiran îro çend caran çeperên DAIŞê li Kobanê dan ber bombeyan û bi piştrastî jî ziyanek mezin gihandin wan terorîstan.”

Nûçeyên têkildar