Hekîm pesnê rola Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge da

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê Emmar Hekîm kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, Herêma Kurdistanê dixwaze hemû arîşeyên Kurdistanê ligel Bexdayê bên çareserkirin û dixwaze çareseriyeke iraqî bê dîtin.
Vê êvarê li Bexdayê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ji aliyê Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê Emmar Hekîm hatin pêşwazîkirin.
Di wê hevdîtinê de, Serokê Encumena Bilind a Îslamî li Iraqê Emmar Hekîm dilxweşiya xwe bi serdana Serokwezîrê Kurdistanê û şanda pêre kir û hêvî xwest ku ew serdan û destpêkirina gotûbêjan bibe sedem bo çerserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.
Hekîm herwiha tekez li ser wê yekê kir ku, Iraq bi Herêma Kurdistanê bihêz dibe û Herêma Kurdistanê jî bi Bexdayê bihêz dibe û herdu alî hev temam dikin, lewma divê arîşeyên xwe bi xwe çareser bikin û bi hevre li dijî terorê şer bikin.
Herwiha Emmar Hekîm pesnê rola Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge da, ku rolekî mezin di pêşwazîkirina koçberan dikin û li dijî terorê şer dikin.
Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku şanda Herêma Kurdistanê dixwaze hemû arîşeyên Kurdistanê ligel Bexdayê bên çareserkirin û dixwaze çareseriyeke iraqî bê dîtin.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî sipas û pesnê rola Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdul Mehdî kir ku bi serdana xwe bo Hewlêrê, rê li pêşiya gotûbêjan vekir.
Serokwezîrê Kurdistanê da zanîn ku, ew bi wê rewşa erênî ya li Bexdayê dilxweş in û hêvî xwest ku bighên çareseriyeke temamî.




