Li Xurmatû Teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Xurmatu-KDP.info- Vê êvarê teqînek li qeza Xurmatû rû da û di encamê de, 15 welatî bûn qurbanî ku 4 welatî canê xwe ji dest dan û 11 jî birîndar bûn.
Derbarê wê teqînê, Berpirsê Asayîşa Xurmatû Raîd Farûq Ehmed ji KDP.info re ragihand: “Vê êvarê li taxa Serbazî ya qezaya Xurmatû di dema kombûneke welatiyan de. Bombek teqiya û di encamê de 4 welatî canê xwe ji dest dan û 11 jî birîndar bûn.”
Berpirsê Asayîşa Xurmatû ne got kî li pişt wê teqînê bû, lê tekez kir ku piraniya wan qurbaniyan ji erebên sunne bûn, ku koçberî wê qezayê bûne.
Piştî teqînê, hêzên ewlekariyê gihîştin cihê teqînê û birîndan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.




