Ziyana Iraqê ji ber leşkerên xeyalî salane 380 milyon Dolar e

Ajans-KDP.info- Artêşa Iraqê mûçe dide 50.000 leşkerên ku di rastiyê de tine ne. Herwiha ne tenê ev, lê belê dibe ku ev hejmar hêj gellekî mezintir be. Tê texmînkirin ku mûçeyên van “leşkerên xeyalî“ dikevin berîkên fermanberên gendel.
Rojnameya "Washington Post" vê yekê li ser zarê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îdia dike û diyar dike ku ev encama lêkolîneke veşartî ye ku Heyder Ebadî pêşkeşî Parlementoya Iraqê kiriye.
Li gor Washington Post, Heyder Ebadî çaverêyî wê yekê ye ku bi berfirehkirina lêkolînan ev hejmara leşkerên xeyalî hêj mezintir bibe.
Ziyana ku bi vê yekê digihije dewleta Iraqê salane derdorê 380 milyon Dolar e.
Li gor endamekî Komîteya Parastin û Ewlekariyê ya Palementoya Iraqê, hejmara leşkerên xeyalî dikare ne tenê 50.000, lê heta bêtirî sê qatî wê be û diyar kir ku lêkolînên hûr di vî warî de di rê de ne.
Li gor "Washington Post", bi taybetî di dema serokwezîrtiya Nûrî Malîkî de gendelî li Iraqê gellekî zêde berfireh bûye.




