26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewramî: Kurd ji bo bi cîhanîna mafê çarenivîsiyê kar dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di pêşwaziya şanda Bilinda Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, kurd li ser 2 tewerên serke kar dikin, çareserkirina arîşeyan ligel Bexdayê li gorî destûr û rêkeftinan. Herwiha ji bo bi cîhanîna mafê çarenivîsiyê kar dike.

Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên derve yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêşwazî li şandeke pile bilind a Neteweyên Yekbûyî kir.

Di wê hevdîtinê de Hêmin Hewramî hêvî xwest ku Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî jî di vê rewşa hestiyar a Herêma Kurdistanê bêtir alîkariya wê bikin da ku ew jî alkariya penaber û koçberan bike.

Berpirsê Pêwendiyên derve yê PDKê dazanîn ku, “Kurd li ser 2 tewerên serke kar dikin, çareserkirina arîşeyan ligel Bexdayê li gorî destûr û rêkeftinan. Herwiha ji bo bi cîhanîna mafê çarenivîsiyê kar dikin.”

Herwiha rewşa îro ya Kurdistanê û serkeftinên Hêzên Pêşmerge li eniyên şer tewerekî din ya wê hevdîtinê bû. Hewramî behsa pêwendiyên di navbera Kurdistan û welatên derdorê kir.
 

Nûçeyên têkildar