26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê… Şer bi top û çekên sivik berdewan dike..Balafiran li DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Şer û pevçûn li Kobanê di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de bi çekên sivik û giran berdewam dikin. Di heman demê de balafirên şer ên hevpeymaniya nevdewletî li çeperên DAIŞê dan.

Li gorî agahiyên nav bajarê Kobanê, çekdarên DAIŞê îro sibehê gundê Til Şeîr li rojavayê Kobanê topbaran kirin. Hêzên Pêşmerge bi çekên giran bersiva çekdarên DAIŞê dan û çeperên DAIŞê li gundê Elfelor ê rojavayê bajêr dan ber topan.

Herwiha di nava bajarê Kobanê de, îro şerekî giran di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de derket, ku çekdarên DAIŞê bihêz êriş kirin lê hêzên kurdî bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin.

Balafirên şer ên hevpeymaniya nevdewletî jî îro çeperên DAIŞê li nav Kobanê dan.

Hat ragihandin ku, çekdarên DAIŞê li ser sînorê Kobanê û Bakurê Kurdistanê derdora 500 otomobîl û alavên kar û veguhestinê yên xelkê Kobanê şewitandine, ku li wir mabûn asê.

Berî şewitandina otomobîlan, çekdarên DAIŞê gule avêtine sivîlên li ser sînor û piştî ku sivîl reviyane aliyê Bakûr, çekdarên DAIŞê bi dehan otomobêl û alavên wan yên kar û veguhestinê şewitandin.

Nûçeyên têkildar