Necat Elî: Me hêzên xwe li xala dawî ya sînorê Kurdistanê bicîh kirine

Mexmûr-KDP.info- Berpirsê liqa Mexmûrê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, wan serkeftinên mezin li eniya şer li sînorê eniya Mexmûr û Guwêrê bi dest anîn û Hêzên Pêşmerge niha li wir bicîh bûne.
Necat Elî Berpirsê liqa Mexmûrê ya PDKê ji KDP.info re ragihand: “Ti hêviya DAIŞê bi eniya Mexmûr û Guwêrê nemaye, ji ber ku li wir nema karin şer û berevaniyê bikin û di demeke nêzîk de çekdare tenê jî li vê deverê namîne.”
Wî berpirsê PDKê li wê deverê ragihand: “Bi pilanekî xurt me karî serkeftinê bidest bînin û terorîstên DAIŞê bişkînin. Pilanên wan ji me re eşkere bûn, bi taybetî jî di danîna bombeyan de. Herwiha ew qet nikarin agahiyan li ser Hêzên Pêşmerge bi dest bixin, lewma ew berdewam rastî şikestinê tên.”
Necat Elî hevdem behsa wan navçeyan kir ku di şerê 2 rojên borî de hatin rizgarkirin û wiha got: “Hêza me ji Sultan Ebdula heta Zubeybiye, Meina û Dûgurtikan pêşve çûne. Ew cihê ku ketiye destê Hêzên Pêşmerge xala dawî ye ji sînorê Herêma Kurdistanê li wê eniyê, ku niha bi temamî di destê me de ye.”
Derbarê wan ziyanên ku terorîstên DAIŞê bi destê Hêzên Pêşmerge dîtine, Elî wiha got: “Tevahiya hêzên wan terorîstan hatine têkbirin û hejmareke zêde ji çekdarên wan jî hatine kuştin û gellek çekên wan jî ketine destê Hêzên Pêşmerge.”




