25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dizeyî: Niyeta rêkeftinê li ba herdu aliyan jî heye..Rêkeftin bi civînekê çê nabe

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Rûniştina yekê ji civînên di navbera şanda Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bi dawî hat û endamên herdu aliyan bi girîngî behsa wan civînan dikin û Sefîn Dizeyî jî ragihand ku niyeta rêkeftinê li ba herdu aliyan jî heye. Herwiha da zanîn ku herdu alî bi berpirsane û bi zelalî gotûbêj dikin.

Îro civînên din, di navbera şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Hikûmeta Iraqê pêk tên û di wan civînan de mijarên petrola Kurdistanê û beşê Kurdistanê ji butceya Iraqê tên gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyan, rûniştina yekem ji civîna îro bi dawî hat û tê de behsa petrolê hat kirin û di wê civînê de ti rêkeftin nehat kirin û ji ber vê jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê bi tenê di civînê de ne.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û endamê şanda hikûmetê bo Bexdayê Sefîn Dizeyî ji rojnamevanan re wiha got: “Civîn û gotûbêj dê berdewam bin. Herdu alî bi berpirsane û bi zelalî gotûbêj dikin.”

Di bêhnvedana di navbera herdu civînan de, Dizeyî da zanîn ku, “Ew civîn girîng in, niyeta rêkeftinê li ba herdu aliyan heye.”

Sefîn Dizeyî wiha domand: “Bi civînekê her tişt çareser nabe, lewma civîn û hevdîtinên me yên din dibin.”

Nûçeyên têkildar