Kobanê.. 50 termên DAIŞê ketin destê Hêzên kurdî..Sînorê Tirkiyê kontrol kirin

Kobanê-KDP.info- Terorîstên DAIŞê bi rêya sînorê Tirkiyê êriş kirin şer Kobanê, lê hêzên kurdî bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin, ku 50 termên DAIŞê ketin destê wan de.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê, lîwa Ebdulqehar Mecîd hacî ji KDP.info re ragihand: “Terorîstên DAIŞê bi riya sînorê Tirkiyê êriş kirin ser bajêrê Kobanê û otomobîlek ji derbasî nav bajêr kirin û di hundirê bajêr de teqandin û ew sînor jî xistin destê xwe de.”
Derbarê bersiva hêzên kurdî lîwa Ebdulqehar Mecîd wiha got: “Şervanên YPGê bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge êrişên wan terorîstan têk birin û bi tundî li wan dan û karîn sînorê Kobanê ligel Bakurê Kurdistanê kontrol bikin. Niha tankên Tirkiyê li wir bicîh bûne, ji ber ku duhî ji wir çûbûn.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge tekez kir ku, “Di encama wî şerê duhî de, mixabin çend şervanên YPGê şehîd bûn û hejmarek birîndar jî bûn û Hêzên Pêşmerge ti ziyan nedîtin. Ji aliyekî dî ve, 50 termên DAIŞê ketin destê Hêzên kurdî.”
Ebdulqehar Mecîd wiha got: “Îro Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî çend caran çeperên DAIŞê dan ber bombeyan û ziyanên mezin gihandin wan terorîstan.”




