25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Bi nîyeta çareserkirinê em hatine Bexdayê..Ligel Elawî jî civiya

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Di berdewamiya serdana xwe ya bo Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re digel Selîm Ciborî serokê parlamnetoya Iraqê civiyan û di civînê de, Serokê Parlamnetoya Iraqê hêvî kir ku, serdana Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re bo Bexdayê bibe hokarê çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya wê pêşwaziya gerima ji aliyê Serokê Parlamentoya Iraqê lê hatiye kirin kir û tekez kir ku, ew bi nîyeta çareserkirina pirsgirêkan hatine Bexdayê û ew amade ne li gor destûrê hemû pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin û kêfxweşiya xwe jî li hember wê yekê nîşan da ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkan atmosferekî erênî li Bexdayê tî dîtin.

Nêçîrvan Barzanî got ku, Iraq di rewşeke xerab de ye û terorîstan îspat kir ku, ew cudahiyê di navbera tu pêkhateyan de nake û teror hemû pêkhateyan dike armanc, ji ber hindê pêwîste hemû bi hev re rûbi rûyê terorê bibin û di vê çarçoveyê de herêma Kurdistanê amade ye hevkarî û hevanegiyê digel aliyên peywendîdarên Iraq û yên hevpeymaniya navdewletî bike.

Di civînê de ku, hijmareke serokfiraksyonên parlamentoya Iraqê jî amade bibiûn, behsa rewşa îro Iraq tê de derbas dibe hat kirin û tekîd li ser çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî ku, di berjewendiya Iraqê û Herêma Kurdistanê de bibe kir.

Beşdarên civînê sipasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê kir ku, pêşwazî li koçberên deverên din yên Iraqê kiriye û hewandine.

Serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de tekîd kir ku ya di îmkanên wan de hebe wan ji bo koçber û penaberan kiriye ew dê berewan bikin.

Serokwezîr daxwaza lêbihurînê kir ku, eger di warê pêşwazîkirin, hewandin û alîkarîkirna koçberan de kêmasî hatine kirin û hemû alî dilrehet kirin ku ya di îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê de, bê cudahî, dê pêşkeşî koçberan bike û di vî warî de xemsariyê nake.

Her li Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî û şandeya pê re digel Eyad Elawî cîgirê serokomarê Iraqê civiya û di civînê de behsa rewşa emnî û siyasî ya ku îro Iraq tê de derbas dibe û bi taybetî gef û tehdîdên terorîstan bo ser hemû pêkhateyên Îraqê bê cudahî, hat kirin.

Behsa pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hat kirin û her du aliyan tekîd li ser çareserkirina wan pirsgirêkan kir bi awayekî di berjewendiya herêma Kurdistanê û Iraqê de bin.
Nêçîrvan Barzanî tekîd kir ku, Herêma Kurdistanê bi cidî lêdixebite hemû pirsan digel hikûmeta federala Iraqê çareser bike.
 

Nûçeyên têkildar