26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pirsgirêk di nava şev û rojekê de çareser nabin..Ez naxwaz im serdana me tenê pirseke medyayê be

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info- Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, bi serokatiya şandeyeke balaya hikûmeta herêma Kurdistanê gihişte Bexdayê û li balfirxaneya Bexdayê ya navdewletî ji aliyê Beha Eleirecî cîgirê serokwezîrê Iraqê ve hat pêşwazî kirin û paşî li koçka serokatiya hikûmeta Îraqê ji aliyê Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqê ve hat pêşwazî kirin û civiyan.

Di civînê de, Ebadî kêfxweşiya xwe li hember serdana Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re bo Bexdayê diyar kir û hêvîxwest ku, ev seredan bibe hokarê çareserkirina tev pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Ebadî got: “Bi baweriya min tu pirsgirêkek wisa di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîne ku nehê çareserkirin, rê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan heye. Îraq me hemûyan dicivîne û eger em li hev nekin em her du alî dê zirarê bibînin, ji ber hindê rêya êkane li pêşiya me lihevkirin e.”

Serokwezîrê Iraqê di civînê de behsa rewşa êkonomiya Iraqê kir û got ku, rewşa êkonomî nebaşe û buhayê neftê nizim bûye û daxwazên hevwelatiyan jî ji hikûmetê gelek in, rewşa leşkerî jî ji her kesî re diyar ka di çi rewş de ye, ”lê lihevkirin dê rê li pêşiya me xweş bike û şiyanên me zêdetir bike ku bi ser hemû astengî û keleman de serbikevin.” Ebadî geşbîniya xwe li hember gihiştin bi lehevhatinekê digel herêma Kurdistanê diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya wê pêşwaziya gerima ji aliyê serokwezîrê Îraqê ve lê hatiye kirin kir û got: “Ez kêfxweş im ku carekeke din ez  we li vir dibîn im, ez naxwaz im serdana me bo Bexdayê bi tenê pirseke mediyayê be, lê serdan û hatin û çûyna me bo Bexdayê bibe tiştekî normal.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de destbikarbûna Heyder Ebadî weke serokwezîrê Iraqê pîroz kir û got: “Bidestkarbûna we, pêngavên we ber bi çareserrkirina pirsgirêkan ve diçin. Em bi tu awayê behsa wê yekê nakin ka kî sebebê çêkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, lê destbikarbûna we weke serokwezîrê Iraqê wê yekê nîşan dide ku, rûpelek nû ji bo hemû Iraqê vedike.”

Nêçîrvan Barzanî diyar ku, pirsgirêk di nava şev û rojekê de çareser nabin û got ku, ew amade ye heta pêwîst be serdana Bexdayê bike heta digihin çareseriyekê û tekîd kir ku, divê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan srtaejîyek bê danan.

Pirsa şerê dijî terorê û gefên DAIŞ mijareke din ya civînê bû û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa metirsiyên terorîstên DAIŞ kir û eşkere kir ku ew terorîst ji bo ser Iraqê û hemû deverê metirsîn e. Nêçîrvan Barzanî got ku, kirîza êkonomî astengiyên mezin dirustkirine û şerê terorê û rûbirûbûna DAIŞê ew kirîz li Bexdayê û li Hewlêrê girantir kirye.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, Herêma Kurdistanê ji bona hevhangî û hevkariya di warê rûbirûbûna terorê de amade ye û tekîd li ser hevahengî û hevkariya di navbera hemû aliyan de kir ji bona azadkirina wan deverên di bin destê DAIŞê de ne.

Herwesa di civînê de hevkarî û hevahengiya navbera herêma Kurdistan, Iraq û welatên hevpeymana navdewletiya li dijî DAIŞ hat gotûbêj kirin.

Nûçeyên têkildar