26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Berpirsê liqa PDKê: Çekdarê Şîe li Germiyanê belav bûne..Ti cudahiya wan ligel DAIŞê nîne

Çavkanî: KDP.info

Germiyan-KDP.info- Berpirsê liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li devera Germiyanê ragihand ku, milîsên Şîe li devera Germiyanê pir belav bûne û welatê pir ji wan hêris bûne ji ber ku reftarên wan mîna reftanên DAIŞê ne.

Ekrem Salih Berpirsê liqa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji KDP.info re ragihand: “Çekdarên milîsên Şîe li sînorê Germiyanê li navçeyên Qeretep, Amrilî, Dozxormato, Sediye û Celewlayê pir belav bûne û ku ev yek bûye cihê dilgiraniya xelkê deverê ji ber ku helwestên wan pir xirab in.”

Salih wiha domand: “Milîsên Şîe kiryarên wan wisa xerabin ku ti cudahî di navbera wan û çekdarên DAIŞê de nîne. Tişta ku wan ji hev cuda dike ku Hikûmeta Iraqê piştevaniya wan milîsan dike li dijî DAIŞê.”
 

Nûçeyên têkildar