PYDê: Serok Barzanî piştrast kir ku ti cudahî di navbera Hewlêr û Kobanî de nîne

Kobanê-KDP.info- Berpirsekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihand ku, helwesta Serok Barzanî ya girêdayî bajarê Kobanê, helwesteke neteweyî û niştîmanperwerî ye. Herwiha da zanîn ku bi çûna Hêzên Pêşmerge bo wî bajarî çekdarên DAIŞê ketin rewşa paşvekişanê de.
Endamê Nûneratiya PYDê Diyar Qamişlo ji KDP.info re ragihand: “Moralê Pêşmerge û şervanên YPGê pir bilind e û piştî ku Hêzên Pêşmerge çûn nav Kobanê,niha DAIŞ ketiye rewşa paşvekişanê de û Pêşmerge û şervanên YPGê di qonaxa berevaniyê de nemane, lê belê ketine rewşa êrişkirinê de li dijî terorîstên DAIŞê.”
Qamişlo wiha domand: “Beşek mezin ji Kobanê ji destê DAIŞê hatiye sitendin û şerê kolanan berdewam e, çûna Hêzên Pêşmerge pir bi bandor bû, ji ber ku çekên giran bi wan re ne.”
Wî berpirsê PYDê tekez kir ku, “Kobanê nakeve û yekrêziya kurdan piştî çûna Hêzên Pêşmerge ketiye qonaxeke din de.”
Herwiha da zanîn ku, “Li wan deverên Rojavayê Kurdistanê yên ku DAIŞ li wir êriş kirine, gellek zirarên canî û madî li wir dîtine.”
Diyar Qamişlo helwesta Serok Barzanî bilind nirxand û dibêje: “Helwesta Serok Barzanî ya girêdayî bajarê Kobanê, helwesteke neteweyî û niştîmanperwerî ye helewsta cenabê wî piştrast kir ku ti cudahî di navbera Hewlêr û Kobanî de nîne.”




