Ragihandina PDKê.. 21emîn salvegera Êzgeha Dengê Kurdistan-Zaxo pîroz kir
__2014_11_29_h19m40s40__LB.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Dezgeha Rewşenbîrî û ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di peyamekê de bi boneya 21emîn salvegera Êzgeha Dengê Kurdistan-Zaxo pîrozbahî li sitafa radyoya Dengê Kurdistan li Zaxo dike û dibêje, ew êzgeh bi biryara û rênmaya Serok Barzanî beriya 21 salan wek yekemîn kenala radyoyî li devera Zaxoyê, ku pêngaveke girîng û guncaw û bi mifa bû. Ev jî tekesta wê ye:
Bo birêz rêveber û stafa radyoya Dengê Kurdistan li Zaxo:
Bi boneya 21emîn salvegera damezrandina radyoya Dengê Kurdistan Zaxo em gerimtirîn pîrozbahî li we û bîserîn we dikin. Ji bilî spasî û destxweşiyê, em hêvîdarin herdem berdewam bin di bercestkirina rastgotina wan peyam û karnameyên ku peyrew dikin û kar ji bona w dikin.
Ew êzgeh bi biryara û rênmaya Serok Barzanî beriya 21 salan wek yekemîn kenala radyoyî li devera Zaxoyê, ku pêngaveke girîng û guncaw û bi mifa bû bo xizmetkirina wê navçeyê û hişyariya civaka wê û xizmeta çand û rewşenbîrî û medyayî de.
Bi wê boneyê careke din, em piştevaniya xwe bo berdewamî û berevpêşbirina Êzgeha Dengê Kurdistan Zaxo dûpat dikin û hêvîdarin ku ber serkeftî bin.
Dezgeha Rewşenbîrî û ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)




