26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên kurdî bersiva êrişên DAIŞê didin..Şer li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Ji vê sibehê ve çekdarên DAIŞê ji 5 aliyan ve dest bi êrişekê kirin û şerekî giran derket. Hêzên kurdî bi tundî bersiva wan didin û êrişên wan têk dibin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Lîwa Ebdulqehar Mecîd ragihand ku, “Vê sibehê seat 4, terorîstên DAIŞê ji 5 otomobîlên bombekirî ji aliyê bakurê Kobanî derbasî Kobanê kirin û piştre ji 5 aliyan ve dest bi êrişan kirin li ser Kobanî û şerekî giran ji wê demê ve heta niha berdewam dikeû bi dilxweşî me karî li 4 aliyan bi tundî bersiva êrişên wan bidin û êrişa wan bişkînin.”

Lîwa Ebdulqehar Mecîd wiha domand: “Niha rêya şer û pevçûnê giran li ser sînorê di navbera Kobanê û Bakurê Kurdistanê de heye. Lê behsa wê yekê nekir ku çawa çekdarên DAIŞê gihîştin wî cihî.”

Mecîd wiha got: “Hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê li hemû aliyan hatine kuştin. Herwiha ji nav şervanên YPGê jî şehîd ketine, lê ji ber berdewamiya şer em nizanin ku hejmara wan çendin.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, “Ti ziyan negihîştiye Hêzên Pêşmerge û hemû selamet in û heta niha ti qurbaniyên wan nînin.”

Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, îro 3 caran li çeperên DAIŞê dan, ku cara sêyemîn li nêzîkî rêya Helebê seat 10:10 bû. Herwiha vê sibehê seat 07:00 û 09:30 jî li çeperên DAIŞê dan.

Nûçeyên têkildar