26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Deriyê gotûbêj û danûstandina vedike..Sibe Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sibe şanda Herêma Kurdistanê bo danûstandinan diçe Bexdayê û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku, hemû arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi serdanekê çareser nabin.

Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî ragihand ku, serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê û pêkanîna hevdîtin û danûstandinan, nayê wê wateyê ku hemû arîşeyên da navbera Hewêrê û Bexdayê de, wê bi serdanekê bên çareserkirin.

Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de ragihand: “Em hêvîdar in ku vekirina deriyê danûstandinan û destpêkirina gotûbêjan, me bigihîne rêkeftin û encamên baş, ku di berjewendiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê de bin, her wiha cihê razîbûna hemûyan bin.”

Biryar e sibe, şandeke pile bilind ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî hejmarek wezîr serdana Bexdayê bikin.

Wek Dizeyî dibêje ew rêkeftina di navbera Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Petrolê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî hat pêk anîn, bû destpêkek bo gotûbêjên cidî û avêtina gavên baş ji bo çareserkirina arîşeyan.
 

Nûçeyên têkildar