Serok Barzanî bo Heme Hacî Mehmûd: Kurê te, kurê min jî bû..Xwîna şehîdê me vala naçe

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya telefonê ligel Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Heme hacî Mehmûd, hevxemiya xwe bi şehîdbûna kurê wî li eniya şerê li dijî terorîstan ragihand. Herwiha got, kurê te, kurê min e jî bû, hemû ew pêşmergeyên qehreman di şerê berevaniyê li kerameta gelê me cane xwe qurbanî kirine û zarokê min û te ne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya telefonê ligel Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Heme hacî Mehmûd û serxweşî li xwe û berêz Heme hacî Mehmûd kir û wiha got: “Kurê te, kurê min jî bû hemû ew pêşmergeyên qehreman di şerê berevaniyê li kerameta gelê me cane xwe qurbanî kirine û zarokê min û te ne. Em hemû bi şehîdbûna zarokên miletê xwe xembar dibin û xwedî pirseyê ne û hevbeşî xema hev in.”
Her di wê pêwendiyê de, “Serok Barzanî serxweşî li kes û nasê û malbatên hemû Pêşmergeyên qehreman kir, ku bi qehremanî xwîna xwe kirine qurbanî bo serbilindiya gelê xwe.”
Serok Barzanî tekez kir ku, “Xwîna şehîdê me vala naçe.”




