25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Perwerdeya leşkerî ya welatiyên Kakeyî destê pê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmeerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bangekê de, ew kesên Kakeyî yên ku navê xwe nivîsandibû, agahdar kir ku pêwendiyê bi navenda perwedeya kurdên Kakeyî bikin.

Hejmarek welatiyên Kakeyî bi mebesta çûna nav rêzên Pêşmerge bo şerê li dijî terorîstên DAIŞê, navê xwe li rêveberiyên xwebexş ên Hewlêr û Kerkûkê nivîsandine. Îro jî Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangek bo wan welatiyan kir da ku pêwendiyê bi navendê meşiqkirinê bikin.

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya rêveberiya Giştî ya ragihandin û hişyariya niştîmanî ya wezaretê Helgurd Hikmet di bangekê de bo Kakeyîyan dibêje, ew welatiyên ku navê xwe li rêveberiya Hewlêrê nivîsandine, divê pêwendiyê bi navenda meşiqkirinê ya qezaya Soran bikin, her wiha yên ku li rêveberatiya xwebexiş a Kerkûkê navê xwe nivîsandine pêwîst e pêwendiyê bi navenda Silêmaniyê ve bikin.
 

Nûçeyên têkildar