Welatên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞê dicivin

Ajans-KDP.info- Wezîrên Derve yên welatên endamê hevpeymaniya navdewletî ya di bin rêvebiriya Amerîkayê de, hefteya bê li Brukselê dê mijara tîkoşîna li dijî DAIŞê gotûbêj bikin.
Wezîrên Derve yên welatên endamê hevpeymaniya navdewletî ya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê hatî damezrandin, cara yekemîn e ku dê komcivînekê pêk bînin.
Dê 60 wezîrên dervê yên dewletên ku tevlî hevpeymaniya navdewletî bûne li paytexta Belçîka, Brukselê hefteya bê dê kom bibin.
Rêvebiriya civînê dê Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bike.
Di civînê de pêşketinên li dijî DAIŞê yên ku heta niha, dê bên nirxandin û hewl û pêşhatên siyasî dê bê gotûbêjkirin.
Li gorî agahiyên ku dîplomatan dayîn, civîn dê li navenda NATOyî pêk bê, lê NATO beşdarî civînê nabe.




