26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serdana Pêşmerge li eniya Kerkûkê kir..Şehîdên Kurdistanê kur û nasê min in

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Di dema Serdana Hêzên Pêşmerge li eniya Rojavayê Kerkûkê, Serok Barzanî ragihand ku her serkeftinek ku Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li dijî terorîstên DAIŞê bi dest dixin, cihê şanaziya hemû kurdekî ye û ne tenê gelê me, lê belê hemû azadîxwazên cîhanê pesna mêranî û serkeftinên Pêşmerge dikin û niha navê Pêşmerge di asta cîhanê de ronî daye.

Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta bi serkirina Hêzên Pêşmerge û agahdarbûn ji rewşa meydanî û pêdiviyên Pêşmerge li einiyên şerê li dijî DAIŞê, serdana eniya Rojhilatê Kerkûkê kir û legel berpirs û fermandeyê wê eniyê civiya.

Di wê civînê de, Serok Barzanî di gotinekê de sipasiya qehremaniya Hêzên Pêşmerge li wê eniyê kir û destxweşî li Pêşmerge û fermandarên wê kir li ser wan serkeftinên mezin duhî li herdu eniyên Til Werid û Mekteb Xalîd bi dest anîne û karîne êrişa terorîstên DAIŞê têk bibin û pêşve biçin.

Serok Barzanî her wiha silav û pêzanînên xwe bo şehîdên qehreman şand, ku ji bo gel û welatê xwe li şerê li dijî DAIŞê canê xwe kirine qurbanî û wiha got: Hemû Şehîdên Kurdistanê kur û kes û nasê min in û ez hevbeşî xemê malbatên wan dizanim.

Her di gotina xwe de, Serok Barzanî behsa wê yekê kir ku, niah Hêzên Pêşmerge karîne terorîstên DAIŞê bişkînin û têkevin qonaxa êrişkirinê de û derbeyên mezin li terorîstên DAIŞê dane, lewma niha ew terorîst direvin û Hêzên Pêşmerge serkeftinên mezin bi dest anîne li eniya Qeretepe, Celewla, Bendava Mûsilê û Xeraberûtê û ew yek nîşana moralê bilind ê Pêmerge ye û wê yekê tekez dike ku ti hêzek nikare li hember îradeya azadîxwaza gelê me xwe bigre.

Serok Barzanî tekez kir ku, her ser her serkeftinek ku Hêzên Pêşmerge li eniyên şer li dijî terorîstên DAIŞê bi dest dixin, cihê şanaziya hemû kurdekî ye û ne tenê gelê me, lê belê hemû azadîxwazên cîhanê pesna mêranî û serkeftinên Pêşmerge dikin û niha navê Pêşmerge di asta cîhanê de ronî daye.

Her di wê civînê de, berpirsên pilebilind ên Hêzên Pêşmerge û fermandarên meydanî, Serok Barzanî ji rewşa meydanî agahdar kirin û pêdiviyên Hêzên Pêşmerge li wê eniyê diyar kirin. Herwiha Serok Barzanî rênmayî û şîret li wan kir.
 

Nûçeyên têkildar