Polîtbîroya PDKê bo Mihemedê Hacî Mehmûd: Jidestdana Kake Eta keserekî mezin e

Hewlêr-KDP.info- Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di peyamekê de jidestdana Eta kurê Mihemedê Hacî Mehmûd bi xem û keserekî mezin e ji bo hemû aliyekî. Herwiha ragihand: “Rola Mihemedê Hacî Mehmûd û malbata we ya serbilind di karwanê şoreş û xebata gelê me, diyar û eşkere ye û cihê şanaziyê ye, lewma ji bo wê yekê gellek qurbanî dane bo gehîştin bi armancên rewa û bi destxistina mafên gelê me.”
Kurê Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmud, di şerê li dijî DAIŞê de şehîd ket.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bo Berêz Mihemedê Hacî Mehmûd Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê..
Bi xem û diltengiyeke mezin nûçeya şehîdbûna birêz Eta kurê te û endamê serkirdatiya partiya we, ji me re hat, ku li eniya berevaniyê li ax û azadiya gelê me canê xwe kir qurbanî, jidestdana kake Eta cihê xem û keserekî mezin ji bo hemû aliyekî ye, em ji xwedayê mezin hêvîdarin sebirê bide we û we ji xem û diltengiya dûr bigire.
Bêguman rolê cenabê we û malbata we ya serbilind di karwanê şoreş û xebata gelê me, diyar û eşkere ye û cihê şanaziyê ye, lewma ji bo wê yekê gellek qurbanî dane bo gehîştin bi armancên rewa û bi destxistina mafên gelê me.
Careke din em xwe bi hevxemî û hevbeşî we dizanin û hêvîdarin ev yek nexweşiya we ya dawî be.”
Duhî çarşemê, çekdarên DAIŞê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge li parêzgeha Kerkûkê û dixwestin destê xwe deynin ser gellek deveran, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û pêşve çûn û gundê Til Werid û derdora wê bi temamî xistin destê xwe.




