26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Til Werid bi qehremaniya Hêzên Pêşmerge azad bû..Bi moralekî bilin pêşve diçin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Gundê Til Werid ku dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê, vê êvarê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat rizgarkirin û hinek navçeyên din ku berê di destê DAIŞê de bûn, niha Hêzên Pêşmerge li wir bi cîh bûne.

Berpirsê Eniya 5 ya Rojavayê Kerkûk-Dubiz Dr. Kemal Kerkûkî ji KDP.info re ragihand: “Vê êvarê gundê Til Werid ji aliyê Hêzên Pêşmerge hat azadkirin û hejmarek zêde ji termên DAIŞê li cihê şer mane.”

Derbarê wan hêzên ku di operasyona rizgarkirina Til Werdê de beşdar bûn, Dr. Kemal Kerkûkî wiha got: “Hêzên Pêşmerge yên eniya Rojavayê Kerkûkê û Hêzên eniya 4 ya Kerkûkê, her wiha Kake Heme Hacî Mehmûd di wê operasyona rizgarkirina gundê Til Werdê de beşdar bûn. Tevahiya hêzên me bi qehremanî êriş kirin û navçeyên wê devdê rizgar kirin. Herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî rola wan di wê operasyonê de hebû.”

Derbarê ziyanên wan terorîstan jî, Berpirsê Eniya 5 ya Rojavayê Kerkûk-Dubiz Dr. Kemal Kerkûkî wiha domand: “Tevî ku wan dest bi êrişê kiribû, lê tenê şeva borî 15-16 term li şûna xwe hiştibûn, ji ber ku Hêzên Pêşmerge bi mêrxasî li wan dan û niha şev e lewma em nikarin hejmara kuştiyên wan bi rastî nas bikin, lê hejmarek zêde ji çekdarên wan hatine kuştin û ziyanên wan yên maddî jî pir in, ku gellek otomobîlên wan hatine têkbirin.”

Kerkûkî da zanîn ku, “Hîna şer li çend gundên derdora Til Werid berdewan dike û Hêzên Pêşmerge bi moralekî bilind pêşve diçe.”

Berpirsê Eniya 5 ya Rojavayê Kerkûk-Dubiz Dr. Kemal Kerkûkî ragihand: “Mixabin di wê operasyonê de, hejmarek pêşmerge şehîd bûne û hejmarek birîndar jî ketine.”

Nûçeyên têkildar