26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Muelim li Rûsya pêşniyarên De Mistura gotûbêjan dike

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim îro ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dicive û tê çaverêkirin ku di derbarê pêkanîna civînekê di navbera Hikûmeta Sûriyê û hêzên opozîsyonê de, gotûbêjan bikin.

Welîd Muelim ku doh bi hevaltiya Şêwirmenda Siyasî ya Serokê Sûriyê Buseyna Şeban û Cîgirê Wezîrê Derve Feysel Mîqdad gihîştine Libnanê, îro serê sibehê ji balafirgeha Beyrûtê ya Libnanê ber bi Rûsyayê birê ketin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Rûsya, Muelim wê derbarê pêşniyara Şandeyê Neteweyên Yekbûyî (NY) Steffan De Mistura de gotûbêjan bike.

De Mistura pêşniyar kiriye ku şer di navbera artêşa Sûriyê û hêzên opozîsyonê Sûriyê de li hin navçeyên wek Helebê were rawestandin.

Nûçeyên têkildar