Rewşa dawî ya Kobanê..Şer îro kêm bû

Kobanê-KDP.info- Li gorî agahiyên nav bajarê Kobanê, Şer li bajarê Kobanê di navbera hêzên kurdî û terorîstên DAIŞê de sivik bûye û rewş ji sibehê ve li navenda bajêr aram e.
Li gorî heman agahiyan, ji ber barîna baraneke zêde, ji serê sibehê ve şer di navbera hêzên kurdî û terorîstên DAIŞê li navenda Kobanê kêm bûye û bi tenê carna çekdarên DAIŞê taxên di bin kontrola hêzên kurdî de topbaran dikin.
Herwiha îro tevgera balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li asmanê Kobanê berdewam dikir.
Şevê din şerekî giran li Kobanê hebû, ku DAIŞê bi hemû curê çekan êriş dikir û hêzên kurdî û balafirên şer jî li çeperên wan didan.
Şervanên Kurd li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê rûbirûyê êrîşeke çekdarên DAIŞê bûn û derbeyek giran li pêgehên çekdaran li başûrê bajêr dan û hejmareke zêde ya çekdaran hatin kuştin,




