Hêzên Pêşmerge derdora Kerkûkê paqij dikin..Til Werid hat azadkirin

Kerkûk-KDP.info- Fermandarê fewca 4 ya lîwaya 11 ya Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê Eqîd Bapîr Şêx Wesanî ragihand ku, vê êvarê Hêzên Pêşmerge gundê Til Werid yê girêdayî Kerkûkê azad kirin.
Eqîd Bapîr Şêx Wesanî Fermandarê fewca 4 ya lîwaya 11 ya Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê ji KDP.info re ragiahnd: ‘Niha gundê Til Werid û derdora wê bi temamî ji terorîstên DAIŞê hatiye paqijkirin û Hêzên Pêşmerge li wir hatine bicih kirin.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê wiha got: “Di azadkirina gundê Til Werid de gellek terorîstên DAIŞê hatine kuştin û termên wan li wir mane. Herwiha gellek otomobîlên wan hatine têk birin.”




