26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî digel parêzgarê Kerkûkê û wezîrê pêşmerge civiya

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Masûd Barzanî dermarê rewîşa Kerkûkê dogel wezîrê pêşmerge û Parêzger û Berpirsên Îdarî û Siyasiyê Kerkûkê civiya.

Duhî sêşemî 04/09/2012 sêşem birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi amadebûna Kosret Resul Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, tevî Şêx Cefer Şêx Mistefa Wezîr û Şunkarê Wezareta Pêşmerge û Cebar Yawer Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge û Fermandê Bilindê Wezareta Pêşmerge û Dr Necmeddîn Kerîm Parêzgerê Kerkukê û Selah Delo Serokê Civata Serkirdayetiya Kerkûk û Germiyan ya Partiya Demokrata Kurdistanê civiya.

Rojava sereke ya civîna taybet gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên veqetyayî bûn û bi taybet jî damezrandina fermandeya operasyonê ya Dîcleyê ku bi fermana serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî hatiye kirin.

Di vê derbarê de Cebar Yawer bi daxuyaniyekê digel Xendanê de got: "Di civînê de cext li ser wê yekê hate kirin ku Herêma Kurdistanê bi çi awayî pêkanîna frmandeya operasyon ya Dicle napejirîne û red dike, çûnkî nabê egerek bo seqamgîriyê, berovajî wê bara ewlehiya Kerkûkê û navçeyên veqetyayî aloztir dike."

Yawer got: "Li gor fermana îdarî ku ji aliyê fermandeya giştî ya hêzên çekdarî ya Êraqê ve hatiye derkirin, divê hêzên polîs û asayîş û artêşê li Diyala û Kerkûkê biçin jêr desthilata fermandeya operasyon a Dicle, ev yek jî ne li gor rêkeftina pêşîn ya di navbera Herêm û bexdadê de ye bi taubet li navçeyên ku dibê parastina wan û her çalakiyekî serbazî bi hevbeşî û hemahengî di navbera hêza pêşmerge û artêşa Êraqê de bi rêve biçe."

Emîndarê giştiyê wezareta pêşmerge berdewam kir û got: "Di demekê de ku binemaya herî serekî eweye ku divê polîs ewlekariya bajaran biparêze neku artêş."

Cebar Yawer ev jî aşkira kir ku li barê yasayî û desturî û îdarî û cemawerî de em hewl didin bo redkirina wê fermandeyê ji bo neyên bo wan navçeyan.

Nûçeyên têkildar