25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêzên Pêşmerge serkeftinên mezin li nêzîkî Bendava Mûsilê bi dest xistin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Iraqê Xalîd Ubeydî û Sefermandarê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî destxweşî li wan serkeftinên Hêzên Pêşmerge kir, ku şevê din li Bendava Mûsilê bi dest xistin.

Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Iraqê Xalîd Ubeydî û Sefermandarê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî bi boneya wan serkeftinên mezin yên Hêzên Pêşmerge yên şevê din li eniya Bendava Mûsilê tomar kirine, destxweşî û pîrozbahî li Hêzên Pêşmerge kirin.

Sefermandarê Artêşa Iraqê Babekir Zêbarî ji KDP.info re ragihand: “Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Iraqê Xalîd Ubeydî dest xweşî li Hêzên Pêşmerge dike bo wan serkeftinên mezin ku li eniya Bendava Mûsilê bi dest xistin û ziyanên mezin gehandin terorîstên DAIŞê.”

Xêbarî wiha got: “Derbarê wan serkeftinên Hêzên Pêşmerge li wê eniyê Wezîrê Bergiriyê yê Hikûmeta Iraqê ligel min axivî û destxweşî li Hêzên Pêşmerge kir û serkeftinên wan ên mezin bilind nirxand.”

Tê zanîn ku terorîstên DAIŞê şevê din terorîstên DAIŞê ji 3 aliyan ve, êriş kirin ser çeperên Hêzên Pêşmerge li eniya Bendava Mûsilê, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û bi dehan çekdarên wan hatin kuştin û termê xwe li şûna xwe hiştin.
 

Nûçeyên têkildar