26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiye Kurdistanê li alîkariya heye..Mafê me ye em daxwaza garantiyê bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema ku pêşwazî li Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlamentoya Almanyayê ragihand ku, ji mafê xelkê Kurdistanê ye ku bibin xwedî garantiyê da ku ew karsatên ku bi serê wan de hatine dubare nebin. Ji aliyê xwe ve şanda mêvan ragihand ku Herêma Kurdistanê li Ewropa û cîhanê wek parêzerê hemû pêkhateyên olî û neteweyî tê naskirin.

 

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlamentoya Almanyayê Girêgorî Gîsî kir.

 

Di wê hevdîtinê de, Gîsî destxweşî li xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku di navçeyeke ne aram de, karîne destkeft û pêşketinên mezin bi dest bixin û bibin cihe pêzanîna hemûyan.

 

Herwiha pesnê rola xelkê Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir di hevkariya penaber û koçberan de, ku li Ewropa û cîhanê wek parêzerê hemû pêkhateyên olî û neteweyî tê naskirin.

 

Derbarê pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Almanyayê, Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlamentoya Almanyayê tekez kir ku, Almanya dixwaze pêwendiyên wê ligel Herêma Kurdistanê pêşbikevin û bi hemû awayekî amade hevkariya Kurdistanê bike.

 

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji aliyê xwe ve, tekez kir ku Herêma Kurdistanê dixwaz e hemû nakokiyên xwe ligel Bexdayê bi rêya danûstandinan çareser bike, di heman demê de ragihand ku, ji mafê xelkê Kurdistanê ye ku bibin xwedî garantiyê da ku ew karsatên ku bi serê wan de hatine dubare nebin.

 

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, pêwîstiya penaber û koçberan bi alîkarî û hevkariyan heye. Herwiha ji aliyê leşkerî ve, çavê Herêma Kurdistanê li alîkariyên leşkerî baştir heye da ku karibe terorîstan bişîne, ku bûna metirsî li aştiyê û demokrasiyê li navçeyê û li Iraqê.
 

Nûçeyên têkildar