26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Emê tûndiya li ser jinan rabikin..Ji nîva dilê xwe hest bi êşa jinan dikim

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kempîna li dijî tundûtîjiya dijî jinan destpê kir di merasîmekê de Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, ew ji nîva dilê xwe hest bi êş û nexweşiya wan jinan dike, ku êrişê DAIŞê de hatine revandin û bûne kiwêle û mamelek wiha nemirovane ligel wan de kirine ku dikeve nava tawanên şer û qirkirinê de. Herwiha tekez kir ku, jinên kurd li ser piyê xwe radiwestin û nakevin.

Îro li Hewlêrê bi merasimeke fermî û bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, çendîn wezîrên din yên hikûmetê û Seroka Civata Bilind a Karûbarên Jinan xatû Pexşan Zengene û çendîn aliyên din yên tikildar kempîneke 16 roje bo dijatî kirina tundûtîjiya dijî jinan destpê kir.

Di destpêka merasima han de Seroka civata bilind ya karûbarên jinan Pexşan Zengene peyvek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya kempîna han.

Di berdewamiya merasima han de Serokwezîrê Kurdistanê jî peyvek pêşkêş kir û hevdem ligel pêşkêşkirina silavên xwe bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ên ku ji Kobanê heta Sediye di sengerên şerê dijî terorîstên DAIŞê de ye, behsa girîngiya kempîna han kir û got: Pêwîst e em bi tenê bi yek kempîn ranewestin û lazim e têkoşîna me ya li dijî tundûtîjiya dijî jinan de her warekî de bidome.

Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku pêwîst e her yek ji me di nava malên xwe de destpê bikin û heta digehêje nava civakê dijatiya tundûtîjiya dijî jinan bikin.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ev kampanya niha di rewşeke ji ya sala berê cudatir de tê ragihandin ji ber ku niha Kurdistan rûbirûyê şerekî dibe.

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, her tûndûtûjiya ku di nava malbatê de yan jî li eniyên şer li hemberî jinê bê kirin, ew tûndûtûjî li beramberî temamê mirovahiyê ye.

Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku metersiya herî mezin a niha li ser jinan rêxistina DAIŞê û bi bîr anî ku çekdarên DAIŞê  jinên kurdên êzîdî û gelek jin revandine muameleyk xirab li wan dike.

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, ew ji nîva dilê xwe hest bi êş û nexweşiya wan jinan dike, ku êrişê DAIŞê de hatine revandin û bûne kiwêle û mamelek wiha nemirovane ligel wan de kirine ku dikeve nava tawanên şer û qirkirinê de. Herwiha tekez kir ku, jinên kurd li ser piyê xwe radiwestin û nakevin.

Nêçîrvan Barzanî paşê jî axaftina xwe wiha domand: “Ji beriya niha di encama hin teşebusên Hikûmeta Hêrema Kurdistnê de hin jinên êzîdî yên kurd me rizgar kirin. Bila jin jî vê yekê bawer bin ku emê him li eniya şer him jî li malê tûndiya li ser wan rabikin. Em ji ber vê yekê jî hewl didin. Di dîrokê de jinên kurd gelek caran rastî zilm û zordariyan hatine lê ti caran dest ji xwe bernedane. Herwiha şervanên jin ên Kobanê minaka vê yekê ne.”

Di beşekî din ya axaftina xwe de jî Nêçîrvan Barzanî behsa rol û berxwedana jinên kurd li Kobanê kir ku niha li dijî çekdarên DAIŞê şer dikin.

Nûçeyên têkildar