Serok Barzanî û Almanya rewşa Rojava û çûna Pêşmerge bo Kobanê gtûbêj kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Pêşwazî li Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlamentoya Almanyayê kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, ji bo gelê Kurdiatnê şanazî ye ku Pêşmerge bi qaremanî şerê terorîstan dike û li pêşiya wan rawesta ye.
Îro li Selahedîn Serok Barzanî pêşwazî li Girîgo Gîzî Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlamentoya Almanyayê û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlamentoya Almanyayê sipasiya Serok Barzanî kir bo vê hevdîtinê û silavên Şêwirmenda Almanya û Wezîrê Derve yê Almanyayê gehand Serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî.
Herwiha jibilî amajedan bi pêşketinên Herêma Kurdiatnê di hemû waran de, Girîgo Gîzî ew yek jî diyar kir ku niha li ser asta cîhanê, kurd xwedî rêz û pêgehekî pir baş in û Kurdistan bo demeke pir dirêj zilim û setemkarî dîtiye, lê kariye kar ji bo azadiyê bike û rêya xwe bi serkeftî bibe dawî.
Serokê Fraksiyona Partiya Çep li Parlamentoya Almanyayê rola Serok Barzanî di van pêşketinan de bilind nirxand û her wiha destxweşî li Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmere kir ku karîne rê li pêşiya terorîstan bigrin û êzîdî û mesîhî û pêkhatên neteweyî û olî yên navçeyê biparêzin.
Girîgo Gîzî amaje bi wan karên mezin ên Herêma Kurdistanê kir, ku bûye mal ji bi sed hezaran ji koçberan û piştevaniya welatê xwe di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de bo Kurdistanê her wiha amadebûna xwe bo hevkarî û perwerdekirina leşkerî bo Hêzên Pêşmege diyar kir.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî tîşik xist ser rewşa meydanî ya eniyên şer li dijî terorîstan û amaje bi wê yekê kir ku Hêzên Pêşmerge karîn rê li pêşiya pêşveçûnên terorîstan bigrin û bera wan bidin ji piraniya navçeyan.
Serok Barzanî tekez kir ku êrişa wan terorîstan li ser asayîşa cîhanê û li ser hemû welatan cidî ye û ji bona rûbirûbûna wê jî pêwîst e ji aliyê hizrî û aborî şerê wan bê kirin û çavkaniya wan ya darayî bê pûçkirin.
Derbarê wan alîkariyên leşkerî yên ku ji bo Hêzên Pêşmerge hatine pêşkêşkirin, Serok Barzanî diyar kir ku hîna ew hevkarî ne di asta wan êrişan de ye, ku ew terorîst xwedî îmkanat û çekên pêşketî yên 2 welatan ketine deatê wan.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku, ji bo gelê Kurdiatnê şanazî ye ku Pêşmerge bi qaremanî şerê terorîstan dike û li pêşiya wan rawesta ye.
Derbarê rewşa koçberan jî, Serok Barzanî ew yek ji şanda mêvan re da zanîn ku, Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe alîkariya wan dike û wan diparêze, lê asta karesatê pir mezintir e û hejmara koçberan pir mezin e û Kurdistan bi tenê nikare raje bare wanm bi taybetî jî ku zivistan bi ser wan de hatiye û pêwîstaia wan bi alîkariyên zêdetir heye.
Herwiha di wê hevdîtinê de, rewşa Rojavayê Kurdistanê û çûna Hêzên Pêşmerge bo Kobanê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û welatê Almanyayê gotûbêjkirin.




