Fraksiyona PDKê li Bexdayê: Emê serokatiya komîteke parlamento bidin Viyan Dexîl

Bexda-KDP.info- Piştî ku komîteyên nav Perlaentoya Iraqê li ser fraksyonên nav perlamenoê hatin belavkirin, 5 komîte pişka kurdan e û niha jî 4 ji wan komîteyan serok ji wan re hatiye diyarkirin û tenê komîteya xizmetguzariyan maye, lewma tê çaverêkirin ku sibe ew komîteye jî bê yekalîkirin, ku pişka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye.
Perlemanterê Encumena Nûnerên Iraqê yê Fraksiyona PDKê Erdelan Nûredîn ji KDP.info re ragihand: “Ji 26 komîteyan nav Parlametoya Iraqê 5 komîte ji kurdan re ne, ew jî komîteyên Petrol û Xazê, Xizmetguzarî, Saxlemî, Herêmên Iraqê û Xwendina Bilind, û ji wana jî herdu komîteyên Saxlemî û Xizmetguzariyê ji fraksiyona me re ne. Herwiha komîteyên Petrol û Xazê û Xwendina Bilind ji Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê re ne û komîteya Herêmên Iraqê jî ji Tevgera Goranê re ye.”
Erdelan wiha domand: “Niha serokê 4 komîteyan hatine diyarkirin û tenê komîeya xizmetguzariyê maye ku serokê wê nehatibe diyarkirin.”
Wî perlemanterê PDKê li Bexdayê wiha got: “Ti arîşe di nav fraksyona PDKê derbarê serokê komîteya xizmetguzariyê de nîne û niha perlemanter Viyan Dexîl Hesun serokatiya wê komîteya werdigre.”




