26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li nêzîk Şerfedîn, dîsa Hêzên Pêşmege bi tundî bersiva DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Vê sibehê li nêzîkî mezageha Şêx Şrfedîn li Çiyayê Şingalê, teroîstên DAIŞê êrîş kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin, ku çendîn kuştî û birîndanên wan ketin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê Qasim Şeşo ji KDP.info re ragihand: “Vê sibehê seat 09:30 çekdarên DAIŞê bi 5 otomobîlên Hummar êriş kirin ser mezageha Şêx Şrfedîn li Çiyayê Şingalê, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa wan dan û êrişa wan têk birin, ku bi mûşek û çekên giran li pêşiya wan rawestan û zerer û ziyanek mezin gihandin wan.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmere wiha domand: “Ji ber ku rewşa seqayê nebaş e û niha ew navçe mij e, lewma terorîstên DAIŞê nêzîkî me dibin, ku li cihna 20 mitir nêzîk bûbûn û derfet çê bû ku em bi mûşekan li wan bidin û me 3 çekdarên wan kuştin û 3 Hummerên wan têk birin.”

Şeşo wiha got: “Bi dilxweşî hemû pêşmergeyên me selamt in û bi moralkî bili di rewşa amadebaşiyê de ne.”

Qasim Şeşo da zanîn ku, “Terorîstên DAIŞê berdewam dixwazin derfetekê bibînin û li me bidin, lê Hêzên Pêşmerge berdewam li hêviya wan in û tevgeraw wan dişopînin û her demê ku nêzîkî me bibin em êrişa wan dişkînin.”
 

Nûçeyên têkildar