25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rewşa dawî ya Kobanê: DAIŞ topan davêje û balafiran 2 caran li cihê wan dan

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Çekdarên DAIŞê bajarê Kobanê topbaran dikin û balafirên hevpeyamniya navnetweyî vê sibehê 2 caran çeperên DAIŞê li navenda bajarê Kobanê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên nav bajarê Kobanê, balafirên hevpeymaniyê vê sibehê zû, çeperên DAIŞê li navenda bajarê Kobanê dan ber bombeyan.

Herwiha piştî wan bombebaranan, çekdarên DAIŞê vê sibehê seat 8 bajarê Kobanê topbaran kirin, ku niha jî topbaran li ser taxên ku di destê hêzên kurdî de ne, bi topên Hawanê berdewam dike.

Li gotî heman çavkanî, Hêzên Pêşmerge jî bi topan bersiva topbarana çekdarên DAIŞê didin. Lê şer û pevçûn bi çekên sivik di nava bajêr de carna derdikeve.

Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanê di pêşveçûnên xwe de berdewam in û karîne çend avahiyekê li derdora bajêr û li navçeya di navbera Şaredariyê û Hola Azadî de kotol bikin û pêş de diçin.

Şervanên YPGê û bi piştevaniya topbaranên Hêzên Pêşmerge piştî şer û pevçûnên giran ligel çekdarên DAIŞê karîne çargoşeya bajarê Kobanê rizgar bikin û berê xwe bidin eniyên başûr û rojhilatê gorepana Azadî jî pêşveşûnên baş bikin.
 

Nûçeyên têkildar