Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê dest ji kar berda û Obama pejirand
__2014_11_24_h21m48s50__BA.jpg)
Ajans-KDP.info- Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Chuck Hagel dest ji kar berda Serokê Amerîkayê Barack Obama, îstifaya Wezîrê Bergiriyê yê wî welatî Chuck Hagel pejirand lê ragihand, heta wezîrekî nû neyê destnîşankirin Hagel dê li ser erka xwe bimîne.
Li gorî nûçeya New York Timesê, Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Chuck Hagel ku take wezîrê komarî yê kabîneya Obama ye, dest ji kar berda..
Barack Obama û Chcuk Hagel di civîneke rojnamevaniyê ya hevbeş de li Washingtonê derketin pêşberî kamerayan. Li kêleka wan Alîkarê Obama, Joe Biden jî hebû.
Obama pesnê Hagel da û got, Hagel wezîrekî nimûne bû û diyar kir, şîret û nêrînên Hagel her dem jidil bûn.
Serokê Amerîkayê anî ziman ku heta wezîrekî nê neyê destnîşankirin Hagel dê li ser erka xwe bimîne.
Tê gotin ku Obama bixwe ji Hagel xwestiye ji erka xwe îstifa bike.




