Çekdarên Şîeyan Sediye û Celewlayê talan kirine

Xaniqîn-KDP.info- Hêzên çekdarên Şîeyan li nahiyeya Sediye û Celewlayê dukan û malên kurdan talan kirina û bi dehan xanî şewitandine.
Li gorî agahiyên jêderekî ewlehî ji Xaniqînê ku nexwest navê wî bê belavkirin ji KDP.info re ragihand: “Piştî rizgarkirina nahiyeya Sediye ji aliyê hêzên çekdarên Şîeyan ve, wan hêzan dest bi talankirina bazara nahiyeya Sediyeyê kirine, bi taybetî jî ew dukanên ku tiştên beha di wan de bûn, wek mobayil û alavên karebayê, ku hemû yên kurdan e.”
Wî jêderî wiha got: “Wan çekdaran bi dehan malên wê nahiyeyê şewitandine.”
Derbarê nahiyeya Celewlayê jî, wî jêderî wiha got: “Çekdarên Şîe ev kar li Celewla jî kirine û dikan û malên xelkê talan kirine.”
Tê zanîn ku duhê Hêzên Pêşmerge bajerokê Celewla bi temamî ji destê DAIŞê derxistin û hêzên artêşa Iraqê jî bi hevkariya hêzên çekdarên Şîe nahiyeya Sediye ji DAIŞê paqij kirin.




