Balyozê Filestînê: Pêşmerge nebana, DAIŞê dê hemû Iraq xistiba destê xwe

Bexda-KDP.info- Balyozê Filestînê li Iraqê ragihand ku, eger ne ji Hêzên Pêşmerge baya, çekdarên DAIŞê wê hemû Iraq xistiba destê xwe de. Herwiha tekez kir ku tevî wan êrişn ku DAIŞê dike ser Kurdistanê, lê dîsa Kurdistan pêşwazî li koçberan dike.
Balyozê Filestînê li Iraqê Ehmed Eqil îro serdana liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê kir û ji aliyê berpirsê liqê Mihemed Emîn Delo ve hat pêşwazîkirin û di wê hevdîtinê de ragihand: “Herêma Kurdistanê, rolekî girîng di şerê li dijî DAIŞê de dibîne, eger ne ji Hêzên Pêşmerge baya, çekdarên DAIŞê wê hemû Iraq xistiba destê xwe de. Tevî wan êrişn ku DAIŞê dike ser Kurdistanê, lê dîsa Kurdistan pêşwazî li koçberan dike.”
Di beşekî din a gotinên xwe de, Eqil behsa rewşa dijwar a welatî û penaberên Filestînî kir ku li navçeyên cuda yên Iraqê dijîn û daxwaz ji serkirdayetiya siyasî ya kurd kir hevkariya wan kesan bikin.
Balyozê Filestînê li Iraqê herwiha daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku alîkariya welatî û penaberên Filestînî bike, da ku bighên Herêma Kurdistanê û li kampên wê bên bicinkirin.




