26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge û şervan pêşve diçin..Çend taxên Kobanê rizgar bûne

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Li gorî Rewangeha Mafên Miriovan a Sûrî, Hêzên Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Kobanê di pêşveçûnên xwe de berdewam in û karîne çend avahiyekê li derdora bajêr kontrol bikin.

Şervanên YPGê û bi piştevaniya topbaranên Hêzên Pêşmerge piştî şer û pevçûnên giran ligel çekdarên DAIŞê karîne çargoşeya bajarê Kobanê rizgar bikin û berê xwe bidin eniyên başûr û rojhilatê gorepana Azadî jî pêşveşûnên baş bikin.

Rewangehê herwiha ragihand ku hêzên kurdî karîne avahiya navendî ya rewşenbîrî li bajarê Kobanê de 18 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên wan li cihê şer mane.

Ji aliyekî dî ve, li gorî heman agahiyan, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî herî kêm 5 derbe li rojhilatê bajêrê Kobanê li çekdarên DAIŞê didin û bûne desema ziyaneke mezin a canî û madî di nav çekdarên DAIŞê de û çend taxên Kobanê rizgar bûne.

Herwiha şervanên YPGê û YPJê li ser riya Helebê 2 cih kirin armanca xwe û di herdu êrişan de hejmarek terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
 

Nûçeyên têkildar