26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çekdarên li Şingalê, erebên navçeyê ne..Malbatên ku li ser çiya mane dê biçin Dihokê

Çavkanî: KDP.info
قاسم سمێر

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Şingalê Qasim Simêl ragihand ku, hejmarek kêm ji terorîstên DAIŞê li Şingalê mane û yên ku mane jî %90 ji wan terorîstan ereb ne û di demeke nêzîk dê hemû penaber ji ser çiyayê Şingalê bên şandin bo nav Herêma Kurdistanê.

Qasim Simêl Fermandarê Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Li Şingalê şer di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê berdewam dike, lê bêtir ew şer ê çekên giran in, ku bi çekên Doşke û Hawan şer dikin, ku ew jî ne bi berdewam e.”

Simêl wiha domand: “Hejmara çekdarên DAIŞê li Şingalê pir kêm maye û moralê wan têk çûye, eger ne ji erebên navçeyê be, ji zû de DAIŞ li wir nedima, ku niha %90 ji terorîstên nav Şingalê erebê deverê ne.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge da zanîn ku, “Bi biryara Serok Barzanî 4 balafir hatine diyarkirin bo gihandina alîkariyan bo wan kesên ku li ser Çiyayê Şingalê mane, lê ji ber têkçûna rewşa seqayê, balafir nikarin wan alîkariyan bighînin ser çiya.”

Qasim Simêl gotina xwe wiha qedand: “1450 malbat hîna li ser çiyayê Şingalê ne û biryar e ku piştî asayîbûna seqayê dê bên şandin bo nav Herêma Kurdistanê.”
 

Nûçeyên têkildar