26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Davûtoglu: Zihniyeta ku Seyîd Riza îdam kir zihniyeteke zalimane bû..Emê hemû bi hev re bijîn û baxifin

Çavkanî: KDP.info

Dêrsim (Rûdaw) – Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglu li ser bidarvekirina rêberê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza nerazîbûn nîşan da û got ku, ew zihniyeta ku li hember bidarvekirina pîremêrekî 75 salî bêdeng dimîne û li ber çavên wî kurê wî dikuje, nûnertiya kê dike bila bike, zihniyeteke zalimane ye.

Serokwezîr Ahmet Davûtoglu îro serdana bajarê Dêrsimê kir û li Zanîngeha Tûncelî ya bajêr axaftinek kir.

Ahmet Davûtoglu li ser komkujiya Dêrsimê got ku nêrînên cuda li ser wan bûyeran hene lê mirov dikare wan bûyeran bixe nav çarçoveya lêkolînên dîrokî û li benda encama wan lêkolînan bimîne.

Davûtoglu li dijî îdamkirina pêşengê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Ew zihniyeta ku li hember bidarvekirina pîremêrekî 75 salî bêdeng dimîne û li ber çavên wî kurê wî dikuje, nûnertiya kê dike bila bike, zihniyeteke zalimane ye. Yên ku wê zihniyetê diparêzin dewletê naparêzin, dewlet nikare xwe li se wê zihniyetê ava bike. heta dewlet bi wê zihniyetê re rûbirû nebe nikare cardin bi millet rûnê. Lê em rûbirû dibin.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê da zanîn ku qişlaya kevin a Dêrsimê dê bikin mûze û wiha domand: “Navê wê dê bibe Mûzeya Dêrsimê, dê rêyên hemû cihên pîroz li Dêrsimê bên çêkirin û ew cihên pîroz hemû bên restorekirin. Rektorê zanîngehê pêşniyar kir ku navê zanîngehê bibe Zanîngeha Munzurê. Em jî dibêjin li ser xêrê be.”

Ahmet Davûtoglu diyar kir ku ew êdî rê nadin “îdeolojiya fermî” û wiha pêde çû: “Xala hevbeş di îdamkirina Seyîd Riza û Atif Hocayê Îskîlîplî de ew bû ku li derveyî îdeolojiya dewletî dihizirîn. Ji ber wê jî em êdî rê nadin îdeolojiya fermî hebe. Emê hemû bi hev re bêyî ku li hev hêrs bibin, bijîn û baxifin. Emê hemû êşên xwe bi hev re parve bikin.”

Di dema Osmaniyan de, kesê bi navê Atif Hoca ku ji devera Îskîlîpê ya bajarê Çorumê yê Tirkiyeyê ji dayîk bibû, li dijî hinek qanûnên rojavayî yên komara Tirkiyeyê derketibû ji ber wê jî wek “xayîn” hatibû darizandin û îdamkirin.
 

Nûçeyên têkildar