Hêzek din amade ye da ku biçe şûna pêşmergeyên li Kobanê

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, çekdarên DAIŞê nema Karin êriş bikin, lê moralê Hêzên Pêşmerge pir bilind e.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê lîwa Ebdulqehar Mecîd ji KDP.info re ragihand: “Şer li Kobanê berdewam e, lê ew şer tenê topbaran e. Ev nêzîkî 3 rojan e ku terorîstên DAIŞê êriş nakin, ji ber ku moralê wan têk çûye û nema karin şer bikin.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê wiha domand: “Ji şeva borî heta îro sibehê, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî 2 caran li çeperên DAIŞê dan û gellek ziyan gihandin wan terorîstan, lê rêjeya ziyanên wan nediayr e.”
Lîwa Ebdulqehar Mecîd wiha got: “Îro êvarî 3 pêşmerge birîndar bûn û yek jî bo Tirkiyeyê hat şandin, lê birînên wan sivikin û rewşa wan baş e.”
Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê lîwa Ebdulqehar Mecîd tekez kir ku, “Hêzek din hatine amadekirin da ku bên şûna me, lê hêj dema hatina wan nediyar e.”




