Di êrişa Sediye û Celewlayê de 100 terorîst hatin kuştin

Celewla-KDP.info- Berpirsê operasyona Hêzên 70 lîwa Mihemed Hacî Qadir ragihand ku, di şer û pevçûnên îro yên rizgarkirina Sediye û Celewlayê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, 100 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
Piştî ku Hêzên Pêşmerge serê vê sibehê li eniya Celewlayê û artêşa Iraqê û milîsên şîe li eniya Sediyeyê, dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê, karîn piştî nîvro bi temamî wê navçeyê ji terorîstên DAIŞê paqij bikin û ala Kurdistanê li ser avahiyên herdu nahiyeyan hatin bilindkirin.
Berpirsê operasyona Hêzên 70 lîwa Mihemed Hacî Qadir ji KDP.info re ragihand: “Niha herdu nahiye bi temamî hatine rizgarkirin.”
lîwa Mihemed Hacî Qadir wiha wiha got: “Li gorî wan agahiyên ku ketine destê me de, li eniya Celewla 30 terorîst hatine kuştin û 70 jî li eniya Sediyeyê hatine kuştin û gellek jî ji wir reviyane.”




