Sediye û Celewlayê hatin rizgarkirin..Bi dehan term li şûna wan man

Xaniqîn-KDP.info- Piştî nîvro Hêzên Pêşmerge herdu nahiyeyên Sediye û Celewlayê ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin û bi dehan term li şûna xwe hiştin.
Berpirsê liqa 15 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Xaniqînê Şêx Cefer Şêx Mistefa ji eniya şer ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku Hêzên Pêşmerge serê vê sibehê li eniya Celewlayê û artêşa Iraqê û milîsên şîe li eniya Sediyeyê, dest bi êrişeke berfireh li dijî çekdarên DAIŞê, karîn piştî nîvro bi temamî wê navçeyê ji terorîstên DAIŞê paqij bikin.”
Şêx Cefer Şêx Mistefa wiha domand: “Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê karîn di navbera herdu nahiyeyan de bighên hev û bi temamî wê bavçeyê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin û niha li wir bicih bûne.”
Berpirsê liqa 15 ya PDKê li Xaniqînê tekez kir ku, “Hejmarek mezin ji terorîstên DAIŞê hatin kuştin û çendîn term niha ketine bin xaniyan, ku di encama topbaranê de bi ser wan de ketine.”
Şêx Mistefa wiha gotina xwe qedand: “Terorîstên DAIŞê herdu nahiyeyên Sediye û Celewla tijî bombe kirine û niha tîmên taybet wan mîn û bombeyan pûç dikin.”




