Tîma pijîşkî li ser çiyayê Şingalê..Rojane 300 nexweşan derman dike

Şingal-KDP.info- Pijîşkekî ji ser Çiyayê Şingalê ragihand ku, bêtirî hezar malbat li hîna li ser Çiyayê Şingalê ne û rojane nêzîkî 300 nexweşan derman dikin.
Pijîşkek li ser Çiyayê Şingalê bi navê Elî Husên ji KDP.info re ragihand: “Di serî de em wek tîma saxlemiya parêzgeha Dihokê ya ser bi Wezareta Saxlemiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştin ser Çiyayê Şingalê ji ber ku bêtirî 1000 malbat li ser Çiyayê Şingalê mane û ligel wan jî Hêzên Pêşmerge jî li wir in û pêdiviya wan bi xizmeta saxlemiyê heye.”
Elî Husên wiha got: “Rêveberiya Giştî ya Saxlemiya Dihokê navendeke saxlemiyê li wir vekir û derman û pêdiviyên pijîşkî ji aliyê Hikûmeta Herêmê ve û ji bajarê Dihokê bi rêya balafirê ji me re tînin.”




