26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge li Xeraberût bi tundî bersiva DAIŞê dan..gellek terim li şûna xwe hiştin

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Li devera Xeraberûtê ya Kerkûkê, çekdarên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirin lê çekdarên DAIŞê gellek terim li şûna xwe hiştin û reviyan.

Fermandeyê hêza 10 ya Hêzên Pêşmerge Eqîd Nazim Herkî ji KDP.info re ragihand: “Ji şeva borî heta 5ê sibeha îro şerekî giran di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê d li devera Xeraberûtê derket, ku Hêzên Pêşmerge bi tundî û bi çekên giran bersiva wan êrişan dan û ziyanek mezin gehandin wan.”

Nazim Herkî da zanîn ku di şerê han de herî kêm 8 çekdar hatin kuştin û termên xwe li şûna xwe hiştin.

Li gorî Nazim Herkî, çekdarên DAIŞê bi armanca girtina Xeraberûtê êriş kiribûn lê rastî bersiveke tund hatin û vekişiyan. 

Fermandeyê hêza 10 ya Hêzên Pêşmerge li eniya Xeraberûtê da zanîn ku piştî xilasbûna şer dest danîne ser hinek çek û cebilxaneya çekdarên DAIŞê jî.

Nûçeyên têkildar